Xenûşî dixwze serdana Herêma Kurdistanê bike
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Davosê tevlî Foruma Davosê kir û li wir ligel berprisên çend welat û komaniyên cîhanî civiya.
Yek ji wan civînên Barzanî, ligel Serokê Partiya Nehze ya Îslamî ya Tunisê Raşid Xenûşî bû.
Partiya Nehze piştî şoreşa Tunisê û dûrxistina Zeyinulabidîn Bin Elî li ser dika desthilatê, di rêya hilbijartinan re hikûmeteke nû ava kir.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî û Xenûşî behsa rewşa Tunis û Iraqê kirin. Herwiha Xenûşî xwest ku serdana Herêma Kurdistanê bike û Barzanî jî gotiye ku ew dê bi kêfxweşî li Kurdistanê pêşwaziya wî bikin.
Rudaw
