Sakik: Ti rêkeftin navbera BDPê û CHPê pêk nehatiye
Rojnameya Takvîmê ya tirkî nivîsandiye ku di hevdîtina di navbera şanda BDPê û Kemal Kiliçdaroglu de rêkeftinek di navbera her du partiyan de derbarê hilbijartinên herêmî de pêk hatiye.
Parlamenterê BDPê yê Muşê Sirri Sakik di daxuyaniyekê de ragihand “Nûçeya bi ser navê ‘rêkeftina CHP-BDP’ê’ ya di rojnameya Takvîmê de hatiye veşandin dûrî rastiyê ye”.
Sakik derbarê hevdîtina bi CHPê de got “Roja sêşemê piştî civîna koma parlamentoyê di korîdora Parlamentoya Tirkiyê de bi tesadufî em hatin hemberî hev û birêz Kiliçdaroglu ji ber rêzdariyê ez û Ahmet Turk vexwendiyê çayê kirin”.
Sakik da zanîn ku ev hevdîtineke kesane ye û got “Ji bilî vê ti wateya siyasî lê nehat barkirin û ti pirseke siyasî di hevdîtinê de nehatiye axaftin û di nav de rêkeftina hilbijartinê jî”.
Rudaw
