Kurdên Rojawayê: Em dixwazin mafên xwe dikin
Nûnerên Kurdên Rojavayê Kurdistanê di kongreya Cenêv2 de 5 kesatî ne ku ew jî Sekreterê Partiya Pêşverû ya Kurd Ebdilhemîd Hec Derîwş, Sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurd Îbrahîm Biro, Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd el-Partî Ebdilhekîm Beşar, endamê serkirdatiya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd Kameran Hac Ebdo û endamê serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurd el-Partî (baskê Nesredîn Îbrahîm) Mistefa Sîno ne.
Ev 5 kesatiyên Kurd li gor rêkeftina di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku di 24ê kanûna 2013an li Hewlêrê de hat îmzekirin, dê nûneratiya Kurdan bikin di kongreyê de û bi navê Kurdna biaxifin.
Endamê şanda danûstandinan a opozîsyona Sûriyê Îbrahîm Biro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ew û Ebdilhemîd Hec Derwîş nûneratiya Kurdan dikin di şanda danûstandinan a opozîsyona sûriyê ku hejmara endamên wê 15 kes in.
Biro diyar kir ku Ebdilhekîm Beşar wek Cîgirê Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê ligel endamên din ên serokatiya hevpeymaniyê wek lêverg û merciyetekê ne ji bo şanda danûstandinan a opozîsyonê.
Derbarê pirsa gelo ji bo çi Serokê hevpeymaniya opozîsyonê Ehmed Cerba di gotara xwe ya di destpêka kongreya Cenêv2 de behsa Kurdan nekiriye, Îbrahîm Biro got “Tevî ku kêmasî di gotara Cerba de hebûn, lê ew tenê gotareke giştî bû û wî di gotara dawiya roja yekem a kongreyê de behsa Kurdan kir û spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî kir ku alîkariya koçberên Sûriyê dike”.
