Serok Barzanî: Em piştgîriya yekdengiya Kurd li Rojawayê dikin
Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di çarçoweya çalakiyên xwe yên li Davosê de beşdariya panelekî kir û gotarek pêşkêş kir.
Di vê panela han de ku her yek ji wezîrên derve yên Îran, Tirkiye, Ordin û çend nivîskar û akademîsiyenên navdar yên cîhanê jî tê de beşdar bûn Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî gotarek pêşkêş kir.
Serok Barzanî di destpêka gotara xwe de behsa rewşa Sûriyayê kir û got: Rewşa niha ya li Sûriyayê qirîzeke însaniye, ew tişta ku niha li Sûriyayê heye qirîzeke mirofiye û Kurd jî beşekin ji qurbaniyên vê qirîza han û rewşa Sûriyayê di her warî de aloz û metirsîdar e.
Serok Barzanî eşkere kir ku jiber aloziya rewşa Sûriyayê zêdetir ji 200 hezar Kurdên Rojawayê Kurdistanê hatine Başûrê Kurdistanê û got: Rewşa Sûriyayê bandoreke xirab li ser welatên Cîran yên Sûriyayê kiriye, ew tîmên çekdar yên ku li Sûriyayê şer dikin hevdem Rojawayê Îraqê jî dagîr kirine.
Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de anî ziman ku niha rewşa Sûriyayê wisaye ku her kes dikarê têde destwerdanî bike.
Serok Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku, Kurdistanê piştgîriya çareseriyeke siyasî dike bo qirîza Sûriyayê û li dijî çareseriya leşkeriye.
Derbarê daxwaz û mafên Kurdên Rojawayê de jî Serok Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku hikûmeta Kurdistanê piştgîriya biryarên Kurdên Rojawayê Kurdistanê dike ew biryarên ku bi yek dengî hatine stendin.
