• Friday, 13 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Amir Mûsa û John McCain civiya

Gulan Media January 24, 2014 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê li gel Amir Mûsa û John McCain civiya
Roja pênçşem 23.01.2014 li Korbenda Aboriya Cîhanî li Davos birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Amir Mûsa Serokê berê yê Komkara Erebî civiya.

Li van kombûnên cûda cûda de pêvajoya siyasiya navçeyê û rewşa siyasiya welatê Misir û pêşhatên siyasiyên dawî ya Iraqê guftûgokirin.

Her heman roj Serokê Herêma Kurdistanê li gel Senatorê Amerîkayî John McCain civiya. Li civînê de behsa rewşa emniya li Iraqê û bi taybetî parêzgeha Enbar û peywendiya di navbera Hewlêr û Bexda kirin û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka jî hate nirxandin.
Top