Serokê Herêma Kurdistanê li gel Amir Mûsa û John McCain civiya
Li van kombûnên cûda cûda de pêvajoya siyasiya navçeyê û rewşa siyasiya welatê Misir û pêşhatên siyasiyên dawî ya Iraqê guftûgokirin.
Her heman roj Serokê Herêma Kurdistanê li gel Senatorê Amerîkayî John McCain civiya. Li civînê de behsa rewşa emniya li Iraqê û bi taybetî parêzgeha Enbar û peywendiya di navbera Hewlêr û Bexda kirin û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka jî hate nirxandin.
