Serokê Herêma Kurdistanê li gel Serokê Kompanya Ekson Mobîl û Cîgirê Serokê Kompanya Chevron civiya
Li van dû hevdîtinan de ku rêzdar Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Aştî Hewramî Wezîrê Samanê Sirûştî û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadebûn, her dû kompanyayan spasiya hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin û bi kurtî jî ji bo Serok Barzanî behsa kar û çalakiyên xwe yên li Herêma Kurdistanê kirin.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî kar û çalakiyên wan her dû kompanyayên cîhanî kir û tekez jî li palpiştiya berdewamiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo karên wan yên li Herêm Kurdistanê da kir.
