Dared kirina Terorîstan li Îraqê didome
Wezareta dad ya Îraqê ragehand bi biryara dadgehê 11 kes ku bi tawana kiriyarên terorîstî biryara darde kirinê bo wan hatibû dayîn hatine dardekirin.
Li gor daxuyaniyeke wezareta dad ya Îraqê îro aliyên têkeldar yên ser bi wezareta dad ya Îraqê biryara darde kirinê li ser 11 terorîstên tawanbar cîhbicîh kirine.
Ji aliyeke din ve jî saziyên parastina mafên mirovan li hember zêdebûna hijmara wan kesan ku li Îraqê de tên darve kirin dilgiraniya xwe eşkere kirin.
