Malikî: Em ligel Hewlêrê nêzîkê rêkeftinê bûne
Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî îro di çarçoveya axaftina xwe ya heftane de got: ‘’Rêkeftina me ya ligel Hewlêrê derbarê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de ber bi dawî diçe.’‘
Malikî herwiha daxwaz ji Parlamentoya İraqê kir ku di pesendkirina butçeya 2014’ê de lezê bike.
Malikî wiha axifî: ‘’Rêkeftina navbera Wezareta Petrolê û Herêma Kurdistanê dibe faktera zû derbasbûna butçeyê, eger hat û Parlamentoya İraqê bikaribe zû karê xwe bidawî bike.’‘
Basnews
