NY’ê 11 rasiparde dan Herêma Kurdistanê
NY’ê raportek li ser rewşa mafê mirovan li Herêma Kurdistanê belav kiriye û tê de dixwaze hihûmeta Kurdistanê pêbendê çend xalan be ku NY’ê ji bo Kurdistanê destnîşan kirine. Yek ji wan xalan azadkirina wan girtiyan e ku demeke dirêj bê tohmet girtîne û garantiyê bide ku wan di demek zû de bibe pêşberî dadgehê û wan li gor rê û şivîleyên navdewletî dadgeh bike.
NY herwiha daxwaz dike ku Herêma Kurdistanê berdewam be li ser wê bernameya kêmkirina qerebalixiya nav girtîgehan û avakirina girtîgehên nû û çavdêrîkirina dadgehên kevin.
Di nav daxwazên NY’ê de tê gotin ku divê rêjeya pêwîst a dadwer û dozgerên giştî bê danîn ku bikaribin yasayan cîbicîh bikin û bi hemû awayekî pêbendê serweriya yasayan bin. Herwiha daxwazê ji hikûmeta Kurdistanê dike ku berdewam be li ser cîbicîh kirina yasayan û kesên maqûl bo postên rûbirûbûna şîdeta li dijî jinan deyne.
Ji Herêma Kurdistanê tê xwestin ku yasaya mafê kêmendaman bişopîne da jiyaneke baştir bo wan bê peyda kirin û encûmeneke hevbeş di navbera wezaretan de hebe ji bo pêşxistina wan kêmendaman.
Parastina rojnamevanan jî yek ji wan xalan e ku NY’ê ji Herêma Kurdistanê xwestiye pêbendî be. NY’ê daxwaz kiriye ku bi hemû awayekî jiyana rojnamevanan bê parastin û tu rêgiriyek li pêş encamdana karê wan neyê danîn, herwiha pêwiste polîs jî bên perwerdekirin da karibin kontrola cadeyan di dema qerebalxiyê de bikin.
Herwiha tê xwestin hişyariya hevwelatiyan derbarê mafê mirovan de were pêşxistin û yasaya mafê mirovan û azadiya bidestxistina agahiyan wek xwe bê cîbicîh kirin, ligel ku hemû kesên bixwazin agahiyan bidest bixin û biweşînin bên parastin.
Di raportê de tê gotin ku divê Herêma Kurdistanê siyasetekê peyrew bike ji bo parastina mafê wan karkerên niha li Kurdistanê kar dikin û pêwiste lîsteyeke bi çendîn zimanan hebe da tê de maf û erkên wan diyar bike, herwiha kopiyeke elektronîk a wê lîsteyê jî hebe.
Di vê derbarê de Rêvebera Giştî ya Karûbarên Yasayî ya Encûmena Serbixwe ya Mafê Mirovan li Herêma Kurdistanê, Tavge Omer ji BasNewsê re got: “Haya me ji vê raportê nîne û tu raport negehiştine dest me, ji ber raportên bi vî awayî bi rêya rêveberiya têkiliyên derve ya Hikûmeta Kurdistanê re digihin me.”
Tavge Omer wiha axifî: ‘‘Hikûmeta Kurdistanê salane raportekê bi hevkariya hikûmeta Iraqê ji NY’ê re dişîne, îsal jî 21’ê Tîrmehê em ê raporta xwe bo wan bişînin û di dawiya meha 10’an de yan Mijdarê de ligel Nûnerê Iraq û Nûnerê Herêma Kurdistanê li Cenevre bê gotûbêjkirin.’‘
Basnews
