Li Îranê zimanê Kurdî tê qedexe kirin
Berî niha bi demekê Rawêjkarê Serokkomarê Îranê bo Karûbarê Kêmîneyên Netewî û Mezhebî yên nav Îranê Elî Yunisî îdîa kiribû ku li nav Komara Îslamî ya Îranê xwendina bi zimanên din azad e.
Parlamenterê Kurd li Parlamentoya Îranê Mihemed Qasimî Osman ji van axaftinên rawêjkarê serokkomar biguman e û got: ‘’Cîbicîhkirina projeya xwendinê bi zimanê dayîkê li Îranê ji rastiyê dûr e û tenê axaftin e.’‘
Mihemed Qasimî wiha axifî: ‘’Ligel destpêka Komara Îslamî behsa xwendin û fêrbûna zimanên nav Îranê tê kirin, lê tenê propagande ye û dûrî rastiyê ye. Ji ber heta niha rê li ber xwendina tu zimanên din nehatiye vekirin.’‘
Li gor benda 15 ya Detûra Daîmî ya Komara Îslamî, xwendin û perwerde bi zimanên nav Îranê ji xeynî Farisî azad e û divê hikûmet asankariyan bike û perwerde û xwendina bi zimanên din.
Basnews
