Roja yekem a kongreya Cenêv2 çawa derbas bû?
Di kongreyê de ku saat 11.10 bi dema Hewlêrê destpêkir, 45 gotar ji aliyê şandên beşdar hatine pêşkêşkirin.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon çend caran gotara Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Mualim qut kir, ji ber ku wî dema diyarkirî ji bo gotarê derbas kir ku ew jî 10 deqe bû, lê gotara Mualim nêzîkî 27 deqeyan dirêj kir.
Wezîrê Derve yê Rûsya Sergi Lavrov piştî bidawîhatina rûniştina danê berî nîvro derket û tevlî rûnitşina dawî ya roja yekem nebû û kongreya rojnamevaniyê jî li dar nexist, lê Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry heta dawiya rûniştinan ma û kongreyeke rojnamevaniyê jî li dar xist.
Di hola medyayê de 600 rojnamevan amade bûn û kongre dişopandin, di nava rojnamevanan de şandeyê Tora Medyayî ya Rûdawê jî amade bû ku yekem kenala kurdî ye di nava şandên medyayî de li Kongreya Cenêv2.
Enternêt çend saatan li ser rojnamevanan qutbû, lewra karên gelek rojnamevanan sekinî.
Dema ku Wezîrê Derve yê Berîtanya William Hague diaxifî makrefona wî xirab bû, ji ber vê yekê kongre çend deqeyan rawestiya.
Dîplomat dê îro pêncşemê biçin Cenêvê ji bo tevlî danûstandinên raserast di navbera şanda opozîsyon û rejîma Sûriyê de bibin ku biryar e sibê înê destpêbikin.
Rudaw
