Li Qeyseriyê di qezaya trafîkê de 20 kes mirin
Li gor nûçeya DÎHAyê, li navçeya Pinarbaşi li ser rêya bejayî di saet 02.30 an de qeza çêbûye.
Otobusa ku ji Stenbolê diçû Mûşê, ji ber mij ê ji bin kontirola şofêr derket ş ket şarampolê û qeza çêbû.
Li gor agahiyên desdpêk, di encama bûyerê de 20 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzîkî 30 kesan jî birîndar bûn.
Birîndar bi ambûlansan şandin nexweşxaneya dewletê a Pinarbaşiyê. Hêj nasnameya kesên mirî diyar nebûne.
Birîndarên ku li Nexweşxaneya Pinarbaşi û nexweşxanyên dinê yên Qeyseriyê tên dermankirin navên wan bi vî awayîne: Zeyneb Kiran, Hamit Bakir, Bahattin Kiyak, Atilla Koca, Çetin Koca, Deniz Ergun, Tahsin Akkaya, Sercan Aydin, Asim Aydin, Muhammed Fatih Tunç, Sibel Aydin, Kadir Karahan, Yusuf Onegel, Ferhat Ozer, Yakup Karahan, Zeki Ustun, Yasin Becerikli, Faruk Aydin, İrfan Karabey Eser, Salih Saygili, Necdet Bakir.
Derbarê bûyerê de Rêveberê Tendirustiyê yê Qeyseriyê Dr. Ahmet Oksuzkaya daxwiyanî da û ragihand “Di saetên şevê de otobusa rêwiyan ya li ser riya Reşayiyê ya 35 kilometre nêzî Pinarbaşiyê, qezaya tirafîkê çêbû, di qezayê de 20 kes mirin û 30 kesên din birîndar bûn”.
Rudaw
