Du penaber li kempa Erbetê canê xwe ji dest dan
Di encama bûyereke agirpê ketinê de şeva derbasbûyî li kempa Penaberên Rojawayê Kurdistanê ya li Erbetê a li Rojhilatê Silimaniyeyê de du Penaberên Rojawayê Kurdistanê canê xwe ji dest dan.
Çavkaniyên ewlekarî yên li Erbetê ragehandin ku, dohê bi şev agir bi koneke wan Penaberan ketiye û di encama ev bûyera han de du Penaberên Rojawayê Kurdistanê canê xwe ji dest dane.
