• Friday, 13 February 2026
logo

Pirsa bi jênosîd naskirina karesatên gelê kurd kevte rojeva Danmarkê

Gulan Media January 22, 2014 Nûçe
Pirsa bi jênosîd naskirina karesatên gelê kurd kevte rojeva Danmarkê
Aram Ehmed wezîrê karûbarên şehîd û enfalkiriyan ê hikûmeta herêma Kurdistanê, duh li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Elbert Îsa sefîrê Iraqê yê li Danîmarkê kir û di civînekê de behsa xebatên bijênosîdanasandina tawanê bi serê gelê kurd hatine kir.


Li gor malpera fermîya hikûmeta Herêma Kurdistanê, duh sêşembe 21/1/2014 li Hewlêrê û di dîdarali gel wezîrê şehîdan û enfalkirîyan ê hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Sefîrê Iraqê yê li Danmarkê got ku, yek ji karên wan yên serke ewe ku, hikûmet û parlamentoya Danimarkê razî bikin daku ew karesat û tawanên derheq gelê kurd ji aliyê rijêma berê ya Iraqê ve hatîne kiirn bijênosîda nas bikin.

Wezîrê karûbarên şehîd û enfalkiriyan di axavtina xwe de got ku, nuha hikûmeta Kurdistanê lêdixebite dosyeya wan kesatî, kompanî û aliyên hevkarî û alîkariya rijêma berê ya Iraqê, di warê encamdana tawanên enfal û kêmiyabaranê de kirî, bilivîne û daxwaz ji sefîrê Iraqê yê li Danmarkê kir ku, hevhangiyê digel Danmarkê bikin û li dadgehên wê welatî vê meseleyê çalak bikin.
Top