• Friday, 13 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê û Serok Wezîrê Holanda li Davosê civiyan

Gulan Media January 22, 2014 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê û Serok Wezîrê Holanda li Davosê civiyan
Roja çarşem 22.01.2014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şanda li gel gihîştin bajarê Davosa welatê Swîsre bi mebesta beşdarîkirina li Korbenda Aboriya Cîhanî ya îsal û her heman roj jî Serok Barzanî li gel Mark Rutte Serok Wezîrê Holanda civiya.

Li hevdîtinê de ku bi yekem kombûna Serok Barzanî û Serok Wezîrê Holanda li piştî hevdîtina sala par ya di navbera her du aliyan li (25.01.2013) hatibû encamdan her dû alî xweşhaliya xwe li ser pêşketinên peywendiyên di navbera her dû aliyan de nîşanda û bi taybetî balkişandin li ser serdana Wezîrê Derveyê Holanda ya bajarê Hewlêr li eylula 2013 ku rûdawekî girîng bû li peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Holanda.

Li vê hevdîtinê de Serok Barzanî ragihand ku Herêma Kurdistanê gelek bi girîngî ve temaşa peywendiyên xwe yên li gel Holanda dike û paşaroja vê peywendiyê jî gelek geşe.

Behskirina rewşa penaberên Sûriye li Herêma Kurdistanê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û Serok Wezîrê Holanda li vî derbarî de got: "Em agahdarîn ku hejmareke zêdeyê penaberan barekî girane li ser Herêma Kurdistanê". Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku pêşwazîkirina 250 hezar penaberên Suriye hem erkêkî mirovî û hem erkêkî niştimaniye, Hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê li yarmetîdana van penaberan de kêmasiyê nakin. Her wiha hêvî xwest ku civaka navdewletî jî zêdetir alîkarîkirina van penaberan bike.

Mijareke dinê vê civînê taybet bû bi peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda, û li vî derbarî de Serok Barzanî ragihand niha ji bo çareserkirina kêşeyan rêyên diyalogê heye.

Her li vê kombûnê da behsa encamdana hilbijartinên Iraqê ya li nîsana îsal û aloziyên parêzgarê Enbar û dijayetîkirina terorê kirin.
Top