Ocalan nameyek ji Guardianê re nivîsî
Ocalan balê dikşîne ser babeta ku rojnameya Guardianê bi minasibeta wefata Nelson Mandela di roja 5’ê kanûna 2013’an de weşandibû û têde jiyana 3 rêberên cuda yên ku ketine girtîgehê bi Nelson Mandela yê ku 27 sal di girtîgehê de mabû dabû ber hev. Rojnameya Guardinê Nehru, Aung Sang Suu Kyi û Abdullah Ocalan bi mandela re dabû ber hev..
Ocalan di nameya xwe de nivîsiye: Têgeha ’Kesê ku jê tê xofkirin û perestin’ têkoşîna li hemberî koledariyê, komkujiyan û polîtîkayên înkar kirinê ye. Ocalan, daye zanîn ku ev di heman demê de helwestek li hemberî kesên neçar in ji xwe bawer bikin ya bi dijmintiye. Ocalan diyar kir ku 14 sale di giravekê de di hucreyekê de tê girtin: ’Dibe ku ji bo kesên ku ez li vir girtî me ez bibim xof lê ji bo mirovan gelek zehmete ku ez bibim çavkaniya xofê ev yek ne cihê baweriyê ye.’
Ocalan diyar kir ku xwe wek kesekî nûneriya îradeya 40 mîlyon Kurdan dike dibîne û ji bo pirsa Kurd bi awayek demokratîk û aştiyane çareser bike hewl didin û ji wan hewldanan jî bawer dike, rojnameya Guardîanê bi têgeha ku bi kar aniye têkoşîna gelê Kurd a 40 salî biçûk dîtiye.
Ocalan di beşejke din ya nameya xwe de nivîsiye ku ji nakokiyan zêdetir di navbera wî û Mandela de gelek parelel hene. Herwiha dibêje ku gelê Afrîqaya Başûr ji dil ve bawerî bi girêdayîna Mandela ya aştiyê dianîn û Mandelayê bi vê wesfê rêberiyê rejîma nijadperest rûxand.
Ocalan diyar kiriye ku di diyarkirina paşeroja tevgera gel de diyardeya bazar û têkoşînê pêvajoyeke girîng e. Divê pêvajoyê de rêberê ku jê tê xofkirin ne rêberê ku baweriya gel bidestxistî dikare rê bide ber gel û gel birêve bibe.
basnews
