Barzanî : Guhertinên mezin li Kurdistan û Iraqê dê biqewimin
Barzanî got “Ew dikarin wê biryarê bidin ku tiştê li Kurdistanê qewimiye cenosayd e. ev alîkariya herî mezin e û bêguman dê tiştên din li pey wê werin”.
Ev daxuyaniya Barzanî bo Rûdawê piştî pêşkêşkirina gotarekê duh înê li Parlamentoya Ewropayê li Broksilê hat.
Serokê Herêma Kurdistanê di gotara xwe de daxwaz ji parlamenterên Yekîtiya Ewropa kirk u hemû hewlên xwe bidin ji bo ku danasînê bi wê yekê bê kirin ku Kurd hatine cenosaydkirin.
Barzanî herwiha got “Piştî hilbijartinên îsal dê guhertinên mezin li Kurdistan û Iraqê biqewimin”.
Piştî ku Barzanî gotara xwe temam kir hem axaftina xwe ji Rûdawê re tekez kir û di bersiva pirseke şandeya Rûdawê de derbarê wan guhertinan, Barzanî bi ken got “Wellah bila em bizanibin dê çawa bibe”.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo ku tevlî Korbenda Aborî ya Cîhanê (Furoma Davos) bike û ligel rayedarên Yekîtiya Ewropa bicive, bi serdanekê li Ewropayê ye.
Biryar e Furoma Davos di 24ê vê mehê li bajarê Davos li Swîsrayê destpêbike.
Rudaw
