Kongreya Cenêv2 despêtkir
Îro civîna destpêka kongreya Cenêv2 li bajarê Montro yê Swîsrayê bi beşdariya şandeyên her yek ji opozîsyon û rejîma Sûriyê û herwiha wezîrên derve yên 39 welatan hat lidarxistin.
Di destpêka kongreyê de Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî axifî û bixêrhatina beşdarên kongreyê kir.
Biryar e ku di civîna destpêkirina kongreyê de, her yek ji Serokê Swîsra ,Wezîrê derve yê Amerîka, Wezîrê Derve yê Rûsya, serokê şandeya rejîma Sûriyê û serokê şandeya opozîsyonê gotinên xwe pêşkêş bikin.
Rudaw
