Bexda bersvia Hewlêrê dide
Li gor çavkaniya zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, îro çarşemê Bexda dê derbarê şandina petrola Herêma Kurdistanê bi awayekî nivsîkî, wek berê li ser li hev kiribûn, bersiva Hewlêrê bide.
Her li gor zanyariyên Rûdawê, biryar e Cîgirê Serokwezîrê Iraqê bo karûbarên enerjiyê Hisên Şehristanî dê serdana Hewlêrê bike.
Roja 19ê vê mehê şandeke Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê kir ji bo gotûbêjkirina pirsgirêkên di navbera her du aliyan de.
Berî nih Hisên Şehristanî di bersiva çend pirsên Rûdawê de aşkere kirk u wan pêşnyarek daye Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo danîna mîkanîzimeke nû ji bo firotina petrola Herêma Kudistan û Iraqê bi giştê, lê Herêma Kurdistanê pêwîstiya wê bi lêkolîn û gotûbêjê bû li ser vê pêşnyarê.
Herêma Kurdistanê piştî gotûbêjkirina wê pêşnyara Bexdayê dê bersiva pêşnyarê bide.
Rudaw
