Mislim: Em li benda çareseriyê nasekinin
Duh PYDê û çend partiyên din ên Kurd, Ereb û Suryan rêveberiyeke demî li Rojavayê Kurdistanê ava kirin û hikûmetek bi serokatiya Ekrem Hiso ku ji 22 wezîran pêk tê li herêma Cezîrê ava kirin.
Salih Mislim derbarê wê hikûmetê de ji AFP got “Me hikûmeta kantona Cezîrê ava kir û em dê li kantona Kobanî û Efrîn jî hikûmetekê ava bikin”.
Hevserokê PYDê diyar kir ku hikûmeta Cezîrê ji 22 endaman pêk tê û “wek gerentiyekê ye ji bo ku ti valahiyeke siyasî çênebe”.
Salih Mislim herwiha got “Em nikarin li benda çareseriya siyasî ya krîza Sûriyê bikin ji bo ku em karûbarên xwe li ser erdê birêve bibin. Divê pêwîstiyên sereke yên xelkê bêne peydakirin”.
Mislim bal kişand di hikûmeta Cezîrê de ne tenê Kurd hene, lê belê Ereb û Xirîstyan jî hene.
Rudaw
