Xelkê Herêma Cizîre ya Rojavayê Kurdistanê rêvebrîya xweser pîroz kirin
Qamişlo
Pîrozbahî li Çerxerêya Munîr Hebîb a li Taxa Xerbî hate lidarxistin. Li qadê ji bo pîrozbahiyê dikek mezin hate avakirin û kolan bi rengên kesk, sor û zer hate xemilandin. Her wiha wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û cangoriyên azadiyê hatin vekirin. Dîsa alên YPG’ê û pankartên wekî, “Ragihandina rêveberiya xweser ji bo gelê Rojava pîroz be”, “Vîna gelan di ser her biryar derve re de ye” hatin vekirin.
Di şahiya ku jin û zarokan bi cilên xwe yên herêmî bal kişandin de, girse piştre bi karwanekî wesayîtan li nava bajar geriya û rêveberî pîroz kir.
Dêrik
Li bajarên Dêrik,Tirbespiyê, Hesekê û Girkêlegê welatiyan damezarandina Meclisa Rêvebir a dem pîroz kirin.
Piştî ku îro Meclisa Zagonsaz a rêvebiriya xweseriya demokratîk li bajrê Amûdê civiya û di civînê de Meclisa Rêveir hate damezrandin, welatiyên bajarê Dêrik,Tirbespiyê, Hesekê û Girkêlegê daketin kolanan û damezrandina Meclisê pîroz kirin.
Li bajarê Dêrikê di saetên sibehê de camiyên bajêr banga şahî û pîrozbahiyan kirin, welatiyên bajêr daketin kolanan û şekir û şêranî belav kirin. Her wiha karwanên erebeyan li kolanên bajêr geriyan. Hêzên asayişê jî di vê navberê de ji bo ewlehiya welatiyan dewriyên xwe zêde kirin.
Welatiyên bajêr ji ANHA`ê re axivîn û kêfxweşiya zwe anîn ziman, welatiyan diyar kir ku ev rojeke dîrokî ye û hêvî kirin ku bibe egera aşîtî û jiyana hevbeş.
Girkê Legê
Li bajarê Gikrkê Legê jî bi sedan welatî kerwanê wesayitan li nava kolanên bajar û bajaroka Rimêlan geriyan. Paşê bi sedan welatî li bavenda sûka bajêr kom bûn û şahî lidar xist.
Hesekê
Bi hezaran welatî li ber Navenda Çand û Hunerê ya li Taxa Miftî kom bûn û pîrozbahî lidar xistin. Li qada ku bi rengan hatibû xemilandin, pankarta “Em îlankirina xweseriya demokratîk pîroz” hate vekirin. Şahiya ku bi rêzgirtinê destpê kir, bi stranên koma muzîkê ya zarokan dom kir. Piştre Endama TEV-DEM’ê Welîda Botî axivî û rêveberî li gel pîroz kir.
Tirbespiyê
Li bajar hemû saziyan avahiyên xwe bi rengên keskesorê xemilandin. Her wiha welatiyan bi karwanekî wesayîtan li nava bajar pîrozbahî lidarxist. Piştre li Çerxerêya Azadiyê ku bi wêneyên cangoriyên azadiyê hatibû xemilandin, şahî hate lidarxistin. Di şahiyê de bênavber sloganên ku rêveberiyê pîroz dikin hatin berzkirin û stran hatin gotin.
