Heft şirketên Elmanî li ser doza Helebce tên dadgeh kirin
Gabriel Miron got: “Nêzîka 100 şirketên Elmanî hene ku beşdarî di firotna madeyên kîmyayî de kirine lê 7 şirket dê li pêş dadgehê rawesetin ji ber ku gelek ji wan madeyan firotine û belgeyên temam jî li ser vê pirsê di dest me de hene.”
Miron da zanîn ku şirketên din bandoreke wan a sivik li ser vê pirsê hebûye û dibe ku wan nedizanî ji bo çêkirina çekên kîmiyayî dê bên bikar anîn. Miron wiha axifî: “Du şirketên Holendî. 2 Spanî, 3 Fransî, şirketeke Îswîçreyê û yeke Îtalî jî beşadarê firotina van madeyên kîmyayî bûne, herwiha îhtîmal heye ku şirketên Amerîkî û Hindî jî tometbar bin.”
Hêjayê gotinê ye berî niha Komeleya Qurbaniyên Helebceyê navê nêzîka 400 şirketên biyanî aşkere kiribû ku di peydakirina çekên kîmyayî de hevkariya rejîma Baasê ya İraqê kiribûn.
Basnews
