• Friday, 13 February 2026
logo

Efrînî û Dîlokiyan daxwaza rakirina dorpêçê kirin

Gulan Media January 22, 2014 Nûçe
Efrînî û Dîlokiyan daxwaza rakirina dorpêçê kirin
Di çalakiya ku rêveber û endamên partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl jî tevlî bûn de bênavber diruşemeyên ku berxwedana Rojava silav dikin û spasiya Kurdên Bakur dikin hatin berzkirin.
Li ser sînor Endama Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Ayten Şêx Îsa daxuyanî xwend û dorpêçkirina li ser Efrînê şermezar kir.

Ayten Şêx Îsa diyar kir ku Turkiye û hin hêzên din yên herêmê ji destkeftiyên Rojava aciz in, ji ber vê yekê herêm dorpêç kirine.

Ayten Şêx Îsa destnîşan kir ku hêzên navnetewî çavê xwe ji şoreşa Rojava digirin û got ku şoreşa li Rojava şoreşa Kurdan tenê nîne, di nava şoreşê de hemû pêkhateyên herêmê hene.

Ayten Îsa bang li Turkiyê kir ku riya di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de veke û dawiyê li dorpêça li Rojava bîne herweha di çalakiyê de çêkirina dîwrê şermê jî hate şermezarkirin.


Di heman demjimêran de li aliyê Bakurê Kurdistanê jî welatiyên ji gundên Qazqilê û Heyderko yên girdayî bajarokê Dîlokê hatibûn li ser sînor kom bûn û ji Turkiyê xwestin ku sînor di zûrtin dem de bê vekirin.

Çalakvanên Bakur ku bê navber diruşme li dijî çêkirina dîrwarê şermê berz dikirin, dema dixwestin tevlî çalakiya Rojava bibin, rastî êrîşa leşkerên Turk hatin, leşkerên Tirk li ser dirêjiya sînor jî hêzên xwe bicîh kirin.

Tevî vê yekê jî şandeyek ji BDP’ê li nêzî sînor xwestin derbasî Rojava bibin lê leşkerên Turk ne hîştin ku derbasî Rojava bibin..

Xendan
Top