Erdogan li ser aloziya petrolê ya navbera Hewlêr û Bexdayê axivî
Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, Duh (20.01.2014) danê êvarê beriya ku ber bi Brûksela paytexta Belçîkayê ve birê bikeve, li balafirgeha Esenboga ya Enqerê bersiva pirsên rojanamevanan da.
Erdogan destpêkê li ser serdana xwe ya Belçîkayê axivî û ragihand, dê di serdana Brûkselê de bi rayedarên wî welatî re li ser pêwendiyên navbera Tirkiye û Yekitiya Ewropayê, tevlîbûna Tirkiyê di Yekitiya Ewropayê her wiha pêşhatên herêmî gotûbêj bike.
Erdogan behsa operasyonên gendelî û bertîlê yên 17ê Kanûna 2013an kir û diyar kir, ew operasyon ji aliyê “şebekeya xiyanetê” ve li dijî Tirkiyê hatin kirin lê ew dê lîstokên wê şebekê têk bidin.
Serokwezîrê Tirkiyê li ser sekinandina kamyonên MÎTê li ser rêya bajarê Edenê jî axivî û ragihand, sekinandina kamyonan karê “pêkhateya paralel” e û wiha got: “Dozger nikare bêyî destûra min mudaxeleyî karê MÎTê bike ji ber ku erkên wê saziyê di qanûnê de hatiye ziman. Mixabin di vir de hêzên cendirme jî hatine bikaranîn.”
Erdogan li ser alozî û nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê yên derheqê hinartina petrola Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê de jî diyar kir, Herêma Kurdistanê pişka xwe ya 17% ku di destûra Iraqê de hatiye pesendkirin, dixwaze bi rêya Tirkiyê bifroşe û parve bike û wiha got:“Bûyer hemû ev e, ji ber wê jî li gorî min tiştên ji derveyî vê diqewimin, hemû vala ne.”
Di bersiva pirsa “tê gotin Bexdayê gotiye, me û herêma kurdî li hev kiriye heta em destûrê nedin petrolê nayê hinartin” de jî Erdogan wiha axivî: “Heta niha tiştekî wisa ji me re nehatiye gotin. Jixwe hinartina petrolê didome. Ez dikarim behsa hevdîtina xwe digel Birêz Barzanî bikim, çimkî me di wê hevdîtinê de li ser çi li hev kiribe, pêvajo li ser wê bingehê didome.”
Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî, piştî hevdîtina digel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îdia kiribû, me li şanda Kurdistanê wisa biryar da ku heta em vê aloziyê çareser nekin, petrolê bo Tirkiyê nayê hinartin.
Lê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, ev îdiaya Malikî red kiribû û gotibû, me li ser tiştekî wisa gotûbêj nekiriye.
Rudaw
