• Friday, 13 February 2026
logo

Berpirsê peywendîyên derveyê Kurdistanê pêşwazî li nûnera Swêd a li Hewlêrê kir

Gulan Media January 21, 2014 Nûçe
Berpirsê peywendîyên derveyê Kurdistanê pêşwazî li nûnera Swêd a li Hewlêrê kir
Li bajarê Hewlêrê Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li Cesîka Svardstrom berpirsa ofîsa sefaretxaneya Swêdê ya li Hewlêrê kir û di civînekê de rewşa siyasî û emnî ya Îraqê, pirosesa pêkanîna kabîneya nû a hikûmeta Kurdistanê û rewşa penaberên surî yên li herêma Kurdistanê gotûbêj kir.

Di cviînê de ku, Suham Cebelî alîkara berprisê têkeliyên derve made bû, Felah Mistefa behsa encamên serdana şandeya herêma Kurdistanê a bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê kir û got ku, herêma Kurdistanê dixwaze hertim hemû pirsgirêkan li gor destûra Îraqê û bi rêya diyalogê çareser bike.

Rewşa siyasî û emnî ya Îraqê û bi taybetî rewşa aloza wîlayeta Enbarê û pirosesa hilbijartinên parlamentoya Îraqê ku, biryare di 30ê meha nîsana îsal de bên kirin hatin gotûbêj kirin û Misetfa hêvî kir ku, hikûmeta Îraqê a federal bikar bi hekîmane wan kirîzan çareser bike.

Rewşa penaberên surî yên li herêma Kurdistanê mijareke din a civînê bû û her du aliyan dilgiraniya xwe diyar kir ku, her roj hijmareke zêde ji xelkê medenî dibine qurbaniyên şerî û nêzîkî 3 milyon kes jî derbeder bûne. Di vê çarçoveyê de berpirsê têkjeliyên derve got ku, divê civaka navdewletî zêdetir di hewara penaberan biçe û alîkariyên pêwîst pêşkeşî wan bike.
Top