Tirên bi 6 milyar dolar digihe Silêmaniyê
Hêla tirêna Kerkûk-Silêmanî nêzîkî 110km e. Kompanyaya Hengarî dîzayn kiriye û biryar e careke din şopandina xwe jê re bike. Rêveberê giştî yê "Kompanyaya Faruq Grûp" Faruq Mela Mistefa behsa wê yekê kir ku "Projeyeke stratîjî ya mezin e û di heman demê de bo guhastina welatî, kelûpel û meresteyan (madeyan) tê biakranîn. Bi vê jî rêyên otombîlan ew giranî li ser wan namîne. Biryar e di qonaxa duyem de ev hêl bigihe bajarê Pêncwênê û bi tekûzbûna wê nêzîkî 6 milyar dolar tê de diçe û bi hezarên derfetên kar ji bo xelkên Kurdistanê peyda dike."
Ev proje tê spartin bi yasaya weberanînê ya hejmar 4 a sala 2006ê ku nîşanê bi civîna 21ê ya encûmena wezîran û di roja 4ê çiryaya pêşîn a 2013ê de bi îmzeya serokê hikûmetê Nêçîrvan Barzanî razîbûn li ser hatiye dan.
Faruq Mela Mistefa behsa rola erênî ya parêzgarê Silêmaniyê kir û got ku ev proje bi awayekî hevbeş dibe û doz jî li hikûmetê kir ku tê de beşdar bin: "Ligel 3 kompanyayê mezin axifîm bo pêkanîna vê hêlê. Divê ligel hikûmeta iraqî jî biaxifim û pirsa qerebûkirina wan cotkarên ku zeviyên wan dikevin ber projeyê bê berçavgirtin."
Rudaw
