• Friday, 13 February 2026
logo

Jineke holendî yekemîn rêbera geştiyarî ji bo Kurdistanê amade kir

Gulan Media January 21, 2014 Nûçe
Jineke holendî yekemîn rêbera geştiyarî ji bo Kurdistanê amade kir
Îvone Van Dêr Bayl wênegireke holendî ye. Ew şarezaya yasaya navnetewî û hunermenda şêwekariyê ye. Karê wê yê sereke girêdana çandan ya bi hev ve ye. Wê çar gerên geştiyarî ji bo Bolîvya, Guatamala, Mexrib û Herêma Kurdistanê pêk anîne.

Îvone ji 2007ê ve serdana Kurdistanê dike û zanyariyên wê yên berfireh derbarê welat û xelkên wê de peyda kirine. Gellek çalakiyên wê derbarê Kurdistanê de hene. Rêbereke geştiyarî bi navê "Kurdistan wek dostekê" pêk anî. Herwiha pirraniya dema xwe ji bo Kurdan û çanda wan terxan kiriye.

Te çi ji Kurdan divê?


Gellek kesên din jî ev pirs jê kirine: "Dema dibêjim ber bi Kurdistanê ve diçim yan çûm, ji min re dibêjin tu çi ji vê çandê û xelkê divê."

Îvone pirr ji naskirina çandên din ên cîhanê hez dike. Ji Amerîkaya Latîn ve destpê kiriye, li wê derê yek ji neteweyên kevin yên hindî nas kiriye ku herdem wek welatiyên pile sêyem yan çarem tên dîtin. Ligel vê yekê jî çand û zimanê xwe parastine. Pêwendiya wan a civakî û malbatî ya xurt heye û nêzîkî siruştê dijîn. Îvone dibêje: "Gellek salan min geşt ji bo Meksîka, Guatamala, Bolîvya û Perû kir. Min gellek gotar û pirtûk li ser wan nivîsandine."

Çawa Kurdan dinasî?


Îvone di sala 2001ê de 2 kesan dinase; Helbestvan Baban Kerkûkî û mûzîkjen Munîr Goran: "Wan çanda kurdî bi min dane nasîn. Herwiha behsa çend çandên din yên Rojhilata Navîn ji min re kirin."

Ev dibe destpêkek ji bo Îvone. Lê piştre hin bi hin xwe nêzîkî Kurdan û çanda wan dike û gellekî bala xwe dide dîlana kurdî: "Dîlana kurdî li cem min tiştekî gellekî pîroz û taybet e. Dema jin û mêr dest li nav dest û bi yek astê şahiyê dikin, gellekî hesteke xweşik e û ezmûneke pirr taybet e ji bo min."

Dema rejîma Beas di sala 2003ê de li ser destê Amerîkiyan ket, ew li Hollendayê ligel hevalên xwe yên Kurd bû. Îvone hingê didît ku ketina Sedam û hatina Amerîkayê pêngaveke baş e ji bo Kurdan û dibe ku herêmeke wan a serbixwe pêk were: "Lê gellek ji xelkê ne ligel vê nêrîna min bûn."

Grûpa Bêlan ku grûpeke kurdî bû li biyaniyê, kir ku şarezahiya Îvone derbarê stran û mûzîka kurdî de berfirehtir bibe û li cem wê girîng bibe.

Îvone di sala 2007ê de bi mebesta dirustkirina belgefîlmekî li ser jiyana kerr û lalên Silêmaniyê yekem geşta xwe ya Kurdistanê pêk tîne. Li wê derê jin û mêrekî bi navê "Ako" û "Şem"ê dinase: "Li mala dayika Şemê dimam û bi vî awayî jî fêrî nerîta malbatên kurdî bûm. Di hemû temenê xwe de di dema 2 heftiyan de min ewqas xelk nedîtiye. Mêvandarî li cem Kurdan di ser her tiştî re ye."

Sala 2010ê projeya "Kurdbûnê" tê bala Îvone, ku li dû nasnameya kurdî geriya. Ji bo vê projeyê Îvone li Kurdistan û li Hollendayê hevpeyvîn ligel 50 kurdî kiriye. Îvone ji wan dipirse Ka ji bo wan wateya Kurdbûnê çiye? Ew dibêje: "Dirêjtirîn û balkêştirîn hevpeyvîna min ligel Şêrko Bêkes bû ku dibe destpêka pirtûka min."

Herwiha li Kurdistanê kesek bi navê Perwîz Zebîhî nas kiribû. Sala 2011ê û 2012ê ligel vê kesayetiyê ji bo nivîsandina pirtûkeke li ser Kurdistanê ya bi navê "Kurdistan dostek" li pirraniya navçeyên Kurdistanê geriyaye. Ev pirtûk di van nêzîkan de belav dibe û dibe yekem pirtûka geştiyariya li Kurdistanê. Bi vê pirtûkê wê Ewropî bikaribin ji bo gera li Kurdistanê sûdê jê werbigirin.

Behsa jiyana Hepsexana Neqîb û pîrika xwe dike


Îvone Van Dêr Bayl di 2012ê de ji bo duyemîn kongreya geştiyariyê li Hewlêrê hatibû vexwendin ku tê de derbarê geştiyariya ewropiyan li Kurdistanê gotarek pêşkêş kir. Piştre beşdarî çalakiyeke jinan bû. Wê di vê çalekiyê de behsa "Hepse û Harkiye" wekî 2 jinên xurt yên rojhilat û rojava kir: "Di vê projeyê de jiyana Hepsexana Neqîb û jiyan pîrika xwe Harkiye De Vîlde berhev dikim. Ji ber herdu di yek demê de jiyan û herdu jî ji bo mafên jinan hewl dane. Bi niyazim pirtûkekî li ser wan binivîsim."

Rudaw
Top