• Friday, 13 February 2026
logo

Hoşdarîya Ocalan bo Erdogan: dixwazin te weku Mursî bixin zîndanê

Gulan Media January 21, 2014 Nûçe
Hoşdarîya Ocalan bo Erdogan: dixwazin te weku Mursî bixin zîndanê
Hevserokê BDP`ê Selahedîn Demirtaş ragihandiye ku serokê PKK Abdulah Ocalan ji Erdogan re gotiye ku eger tu gavên demokratîk neavêjî, dewleta parelel wê weku Mursî te biavêjin zîndanê.


Di çavpêkeftinekê li gel rojnameya Kurdistanî nû, hevserokê BDP Selahedîn Demirtaş ragihandiye ku ew weku BDP ne li kêleka hikûmeta AKP û ne jî Cemaetê radiwestin.

Demirtaş bal dikşîne ser wê yekê jî ku Ocalan hest bi wê yekê dike armanca dewleta parelel gendelî û bertîl xwarin nîne û Ocalan dizanê ku ew operasyon ne rastrast proseya çareseriyê ku wî destpê kiriye kirine armanc û bi aşkira cext li wê yekê dike ku kes nikare Kurdan weku amêr bikar bîne.

Selahedîn Demirtaş balê dikşîne ku û dibêje: "Di rastiyê de dema Ocalan amaje bi wan hewlên li dijî hikûmetê dike neku ji bo parastina hikûmetê ye belku dixwaze hikûmetê hişyar bike ku bilez gavên çareseriyê biavêje û hest bi metirsiyan bikin."

Hevserokê BDP got: "Ocalan ji serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan re dibêje ku, eger tu gavên demokratîzekirinê bi leztir neavêje, dewleta parele û dazgehên xwe wê bikevin tevgerê û weku Mursî wê tejî bixine zîndanê."

Hêjayî gotinê ye ku operasyonên bi navê dijî gendelî û nelirêtiyê di 17/12/2013`an li Tirkiyê destpê kir û kurên 3 wezîran tevî hin karsazan bi bê agahiya hikûmetê hatin girtin. Her weha piştre hikûmetê operasyonek berfereh li nava dazgehên hikûmetê de meşandin gelek parlemanter û wezîr û berpirs ji kar hatin dûrxistinê.
Top