Hoşdarîya Ocalan bo Erdogan: dixwazin te weku Mursî bixin zîndanê
Di çavpêkeftinekê li gel rojnameya Kurdistanî nû, hevserokê BDP Selahedîn Demirtaş ragihandiye ku ew weku BDP ne li kêleka hikûmeta AKP û ne jî Cemaetê radiwestin.
Demirtaş bal dikşîne ser wê yekê jî ku Ocalan hest bi wê yekê dike armanca dewleta parelel gendelî û bertîl xwarin nîne û Ocalan dizanê ku ew operasyon ne rastrast proseya çareseriyê ku wî destpê kiriye kirine armanc û bi aşkira cext li wê yekê dike ku kes nikare Kurdan weku amêr bikar bîne.
Selahedîn Demirtaş balê dikşîne ku û dibêje: "Di rastiyê de dema Ocalan amaje bi wan hewlên li dijî hikûmetê dike neku ji bo parastina hikûmetê ye belku dixwaze hikûmetê hişyar bike ku bilez gavên çareseriyê biavêje û hest bi metirsiyan bikin."
Hevserokê BDP got: "Ocalan ji serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan re dibêje ku, eger tu gavên demokratîzekirinê bi leztir neavêje, dewleta parele û dazgehên xwe wê bikevin tevgerê û weku Mursî wê tejî bixine zîndanê."
Hêjayî gotinê ye ku operasyonên bi navê dijî gendelî û nelirêtiyê di 17/12/2013`an li Tirkiyê destpê kir û kurên 3 wezîran tevî hin karsazan bi bê agahiya hikûmetê hatin girtin. Her weha piştre hikûmetê operasyonek berfereh li nava dazgehên hikûmetê de meşandin gelek parlemanter û wezîr û berpirs ji kar hatin dûrxistinê.
