• Friday, 13 February 2026
logo

Rêveberiya demî ya PYDê li Cezîrê hat avakirin

Gulan Media January 21, 2014 Nûçe
Rêveberiya demî ya PYDê li Cezîrê hat avakirin
Civîna encûmena danîna yasayan a rêveberiya demî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê destpêkir. Di civînê de dê encûmena cîbicîkar a kantona Cezîrê bê hil bijartin.

Peyamêrê Rûdawê li Qamişlo ragihand ku berpirsên civînên nehêtşin tima Tora Medyayî ya Rûdawê civîna îro bişopîne.

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku di civînê de ku 86 endam ji koma 91 endaman beşdar in, dê hikûmeta kantona herêma Cezîrê bê hilbijartin ku tê çaverêkirin ji serok û 2 cîgirên wî û herwiha 22 wezaretan pêk were.

Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, endamê Sekreteriya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Ekrem Hiso ji bo serokatiya hikûmeta kantona Cezîrê û kesatiya Ereb Hisên Ezam û kesatiyeke Xristyan wek cîgirên wî hatine destnîşankirin.

Li gor zanyariyên ku belav bûne Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê Salih Gedo ku endamê Sekreteriya Giştî ya ENKSê ye wek wezîrê têkiliyên derve hatiye destnîşankirin.

Rûdawê telefona Salih Gedo kir ji bo ku wan zanyariyan piştrast bike, Gedo ew yek red nekir û tenê got ku rêveberiya demî dê îro bê ragihandin.

ENKSê ku ji 14 partiyên Kurd û gelek rêxisinên xortan û kesatiyên serbixwe pêk tê biryar daye ku tevlî rêveberiya demî nebe û ji Partiya Çep a Demokrat û Partiya Çep a bi serokatiya Mihemed Mûsa xwestiye ku xwe ji rêveberiyê vekişînin.

Rêveberiya demî di 12/11/2013 de ji aliyê PYDê û çend partiyên din ên Kurd, Ereb û Xristyan hat ragihandin.

Rudaw
Top