Xelkê Romadî ji vê bajarê direvin
Di vê derbarê de çavkaniyên nûçeyan eşkere kirin ku di encama berdewam kirina şer û pevçûnan li Romadî û derdorê de xelkê vê bajarê dest bi rakirin ji bajarê kiriye.
Çavkaniyên han eşkere kirin ku heta niha zêdetir ji 2 hezar malbetan jiber şer û pevçûnan bajarê Romadî bicîh hêştine û berê xwe dane deverên din bi taybetî Kurdistanê.
Li gorî nûçeyên dawî di encama şer û pevçûnên navbera hêzên şoreşger yên Eşîran û artêşa Îraqê de 20 kes hatine kuştin û 16 ji wan hêzên polîs û yên artêşa Îraqê ne.
Herwiha di wan rojên dawî de hijmareke din ji malbetên nîştecîh li Romadî jiber berdewam bûna şer û pevçûnan ji vê bajarê reviyane û heta niha bi giştî 2 hezar û 778 malbet ji Romadî reviyane.
