Nêçîrvan Barzanî behsa pêkanîna kabîneya heştem dike
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê pêkanîna hikûmeta nû wiha ji Rûdaw re axivî: “Ez nikarim bêjim dê hikûmet di filan demê de bê avakirin, lê danûstan û gotûbêjên me ligel hemû aliyan berdewamin da em bighin encamekê”.
Herwiha Nêçîrvan Barzanî derbarê helwêsta PDKê ji YNKê got di pirsa pêk anîna hikûmetê de got: “Em Yekîtî wek hêzeke hevpeymanê xwe dizanin û em piştgiriya wê dikin da beşdarî hikûmetê bibe. wan biryara xwe dane ku dê bi awayekî cidî beşdarî di hikûmeta bê ya Herêma Kurdistanê de bikin”.
Derbarê pirsa bê gelo dê çend cîgirên Serwezîrê Herêma Kurdistanê di hikûmeta Bê de hebe? Swerokwezîrê Herêma Kurdistanê wiha axivî: “Heta niha nehatiye yek alî kirin. Em mijûlê gotûbêjane li ser pirsa cîgirê Serokê hikûmetê û çi serokê parlamentoyê û çend pirsên din ligel aliyê din da em bigihin lihev tê gehiştinekê. Tiştê ku ez dixwazim bêjim prose ne hesane û zehmete. Lê Kurdistan niha pêdiviya wê bi yek dengiya hemû hêz û aliyên siyasî heye”.
Nêçîrvan Barzanî herwiha got: “Hizar me ewe ku demek temam bidin da em bighin lihev tê gehiştinke hevpar. Em dixwazin hemû hêzên siyasî li Herêma Kurdistanê beşdarî hikûmetê bibin. Yekîtiya Niştimanî, Komel, Yekgirtû û Gorran. Em dixawzin hikûmetekê drust bikin ku hemû alî di her çar salên bê de pêkve kar bikin ji bo wan pirsên girîng ên ku rûbirûyê Herêma Kurdistanê dibin”.
Rudaw
