Malikî: Me gerentî li ser pirsa petrolê sitandine
Piştî derbasbûna çend deqîqeyekê li ser civîna xwe ligel Nêçîrvan Barzanî, Nûrî Malikî ragihand ku “Nabe em li ser bermîlek petrol yan pere cuda bibin”.
Di çarçoveya mehekê de ev bû cara duyem ku şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike, şanda yekem roja (25.12.2014) bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê kir, şanda duyem jî bi Serkatiya serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku duh (19.01.2014) gihîşte Bexdayê.
“Gefa birîna budceya Herêma Kurdistanê nekiriye”
Berî ku şanda Herêma Kurdistanê bigihe Bexdayê, Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî gefa birîna budceya Herêma Kurdistanê dixwar. Lê piştî bidawî hatina civîna ligel Nêçîrvan Barzanî, Malikî wiha ji Rûdawê re got: “Min negotiya ezê budceya Herêm bibrim, lê min got ku pêwîste lihevtêgehiştin navebra Hewlêr û Bexdayê hebe bo çareserkirina arîşeyan”.
Herwiha Malikî got: “Gelo budce li ser çi bingehekê tê dariştin, tenê pişt bi dahata petrola başûr û naversata Iraqê girêdin, bê ku dahata petrola Herêma Kurdistanê bê hisab kirin?”, Malikî axevtina xwe berdewam dike û dibêje: “Eger bi wî awayê be dê pişka Herêma Kurdistanê ku ji sedî 17e ye ji dahata petrola Kurdistanê hisab bikin”, herwiha Malikî daxwaz kir ku budceya Iraqê “Dahata petrola başûr û Herêma Kurdistanê di budceyê de be, û budceya giştî ji wê bê drustkirin û bi vî awayî ji sedî 17e ji pişka Herêma Kurdistanê bê xerç kirin”.
Encûmeneke niştimanî bo petrolê
Piştî bidawî civîna ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û pêşkêşkirina pêşniyara xwe bo Herêma Kurdistanê derbarê çawaniya çareserkirina arîşeya petrol û budceyê navbera Hewlêr û Bexda, Malikî eşkere kir ku “Pêwîste heta dereçûna yasa petrol û gazê li Iraqê, encûmeneke niştimanî bo petrolê bê pêk anîn, da proseya deranîn, girêbest û firotina petrolê di rêya wê re be, û wê nûnerê Herêma Kurdistanê jî di wê encûmenê de hebe”.
“Me gerentî ji Kurdan wergirtiye”
Di dirêjiya axevtinê xwe de, Nûrî malikî hinek ji naveroka civîna xwe ligel Nêçîrvan Barzanî aşkere kir û got: “Civîn baş bû. Herêma Kurdistanê bêy Bexda petrolê naşîne derve” herwiha got: “Şanda Herêma Kurdistanê gerentî da ku ew bêy Bexdayê petrola naşînin derve”.
Di himber de Nêçîrvan Barzanî, di bersiva çend pirsyareke Rûdawê de got ku ji bo firotina petrola Herêma Kurdistanê “Behsa ti gerentiyekê nehatiye kirin”. Herwiha rexne li Hikûmeta Iraqê kir û gor: “Ew budceya ku niha li Parlamentoya Iraqê bi ti awayekî nayê qebûl kirin”.
“Nabe petrol bi erzanî bê firotin”
Cîgirê Serokwezîrê Iraqê bo karubarên enerjiyê Hisên Şehristanî ji Rûdawê re got: “Pêdviya Herêma Kurdistanê bi demekê zêdetir heye da pêşniyarên me dîrase bikin, lê rêkeftin li ser çarçoveyeke giştî em rêkeftin”.
Herwiha hizra Şehristanî derbarê firotina petrola herêma Kurdistanê wek nêrîna Malikî bû “Pêwîste şandin û firotina petrolê ne yek alî be, pêwîste nonerê wezareta petrolê, Herêma Kurdistan, parêzgehên ku petrolê berhem tînin û ew parêzgehên ku petrola wan nîne beşdarî wê piroseyê bibin û mîkanîzmeke hevpar bo firtoina petrolê bibînin”.
Hisên Şehristanê behsa firotina petrola Kurdistanê kir û got: “Divê petrol bi baştirîn nirxên cîhanê bê firotin û dahata wê biçe sindûqa (DFI)”, herwiha da zanîn ku wan ji “Şanda Herêma Kurdistanê re got ku firotina petrolê bi nirxekî arzan nayê qebûlkirin, çi li Hewlêr be û çi li Besra be, divê tenê yek dest bo firotina petrolê hebe“.
Şehristanê berî niha daxwaza birîna pişka Herêma Kurdistanê ji budceya giştî ya Iraqê ya sala 2014an kiribû, herwih gotibû eger Herêma Kurdistanê petrola xwe nefiroşe û dahata wê radestî Iraqê neke divê ew pere ji pişa wê di budceyê de bê birîn.
Li gorî zaniyariyên Rûdawê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civînê de pêşniyara Şehristanî red kir û jê re gotiye ku dê Herêma Kurdistanê petrola xwe bifiroşe û dê dahata wê jî di dest Hikûmeta Herêma Kurdistanê de be, û piştî deranîna ji sedî 17 û pereyên heqdesta kompaniyayên petrolê û budceya Pêşmerge, tiştê ku zêde bimîne dê radestî Bexdayê bê kirin, û ev pêşniyar ji aliyê Şehristanî ve nehat qebûl kirin.
Ji aliyek din ve Şehristanî got: “Herêma Kurdistanê dizane ku eger petrola Kurdistan neşîne derve wê demê dê dahat pêwîst di dest me de nebe ku pişka Herêma Kurdistanê ji budceyê bidin. Lê eger nehate şandin û hiceta wê ew bû ku ev li derveyê desthelata wan bû, bo nimûne tqandina boriya petrolê be, wê demê dê gotineke din hebe”.
Rudaw
