Husên Şehristanî serdana Dûzxormato kir
Husên Şehristanî îro bi rêya du helîkopteran serdana Dûzxormato kir. Pêştir jî bo amadesazî û kontrola rewşa ewlehîyê hêzeke mezin a ewlehîyê ji Bexdadê ve gihîjtibû evê qezayê û rêyên hatûçûyê daxistibûn.
Li gor zanyarîyan armanca serdana Şehristanî bo dabeşkirina çekên qerebûkirinê bi ser qurbanîyên kirdarên terorîstî de bûye.
Qayimmeqamê qezaya Dûzxormato Şelal Ebdul di bareya evê serdanê de bo, ku hêzeke mezin ji Bexdadê ve bi mebesta kontrolkirina rewşê berev bajarê Dûzxormato hatibû şandin heta ku serdana Şehristanî dawî pê bihêt.
Şelal Ebdul ragihand, ku serdana Şehristanî bo guhdan bi daxwazên welatîyên deverê bûye ku di encama teqînan û kirdarên terorîstî de ziyan gihîjtiye wan.
Çavdêrên siyasî wiah dibêjin ku hatina Husên Şehristanî bo Dûzxormato zêdetir bo mebesta propagandaya hilbijartinane ku biryar wiha ye îsal di heyva 4 de bihê sazkirin.
Berpirsê melbenda Hemrîn a YNKê Mela Kerîm jî di bareya serdana îro ya Husên Şehristanî de ragihand: ´´ li gor me serdana Şehristanî bo qezaya Dûzxormato armancên din li pişt ve hene nek dabeşkirina çekên qerebûkirinê bi ser ziyanmendên kirdarên terorîstî de.´´
Mela Kerîm herwiha ragihand, ku serdana Şehristanî bo bangeşeya hilbijartinê ye û kar li ser hindê dikin.
Hevdem jêderekê ku nexwest navê xwe aşkira bike ji PNA re ragihand, ku ´´hindek berpirsên Turkmen ên ajawegêr dixwazin hêzeke turkmanî li nawçeyê dabimezrînin û di evê serdanê de dixwazin kar li ser bikin û hêza xwe nîşan bidin.´´
Ji ber serdana Şehristanî Duh li Dûzxormato alozî di navbera hêzên pêşmerge û hêzên ewlehîyên Iraqî de çê bû û bûye egerê bêzarîya welatîyan û hêzên Iraqî li derdora baregehan belav bûn, lê dawîyê rewş hate kontrolkirin û li ser daxwaza hêzên pêşmerge, hêzên Iraqî paşve vekişyan û derdora baregahn vala kirin.
