• Friday, 13 February 2026
logo

Du teqîn li Dûzxormato baregehên PDK û YNK kirine armanc

Gulan Media January 20, 2014 Nûçe
Du teqîn li Dûzxormato baregehên PDK û YNK kirine armanc
Duh êvarî demjimêr 18:10 li bajarê Dûzxormato du teqîn çê bûn. Yek ji teqînan bi rêya otomobîleke bombekirî bû ku li pişt şaxeya nawçeya Partîya Demokrata Kurdistan ê û ewa din jî bi rêya bombekê bû ku li nêzîkî melbenda Hemrîn a Yekîtîya Niştîmanîya Kurdistanê teqîya.

Di bareya evan teqînan de neqîb Rêkewt Muhemed peyvdarê lîwaya 16 a artêşa Iraqê ku hemû hêzên wê kurdin, ji PNA re ragihand, ku ´´tenê eve hatiye zanîn ku teqîn bi rêya otomobîleke bombekirî û bombeke çandinî ve bûne û nawçeya PDK û melbenda YNKê kirine armanc.´´

Jêderekê jî ji polîsê Dûzxormato ragihand, ku li gor amarên seretayî 2 kes di encama evan teqînan de hatine kuştin û 12 kes jî birîndar bûne û herwiha ziyaneke mezin gihîjtiye avahîyta şaxeya PDKê li Dûzxormato.

Teqîn piştî serdana Husên şehristanî cîgirê serokwezîrê Iraqê bo karûbarên wuzeyê bo Dûzxormato dihê ku Duh danê nîvro serdana evê qezayê kiribû.
Top