Nurî Brîmo: Lozana dudiyan li ser Kurd nayê meşandin
Peyvdarê partiya demokrata Kurd ya li Sûriyayê Nurî Brîmo derbarê biryara opozîsyona Sûriyayê bo beşdarî kirin di konfernasa Cenev2ê de diyar kir ku ew biryara han biryara han biryareke girîng û erêniye.
Nurî Brîmo herwiha eşkere kir ku ne hewceye Kurd weke aliyê siyem ji konferana Cenev2ê re were vexandin jiber ku Kurd beşêke ji opozîsyona Sûriyayê lewre Kurd jî di çarçoweya opozîsyonê de beşdariya konfernasê dike.
Brîmo li hember daxuyaniyên Serokê PYDê Salih Muslim de jî got: Ne raste li Cenev2ê de ti kes û aliyek hewl bo vê yekê nade daku Lozana dudiyan li ser Kurd bimeşîne.
