• Friday, 13 February 2026
logo

Civîna hikûmeta Herêmê û ya Bexdadê destpê kir

Gulan Media January 19, 2014 Nûçe
Civîna hikûmeta Herêmê û ya Bexdadê destpê kir
Îro 19/1/2014`an şanda bi serokayetiya serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihêşte Bexdadê û bi şanda hikûmeta Êraqê a bi serokayetiya Nurî Malikî re civiyan.

Jêderekê agahdar li Bexdadê ji Xendanê re ragihand ku di demjimêr 2: 30 xulekan de paş nîvro civînê destpê kiriye û her yek li wezîrê neftê Ebdulkerîm Luêbî û wezîrê daryiyê bi wekalet Sefadîn Safî û emîndarê giştiyê serokayetiya encûmena wezîran beşdarî di civînê de dikin.

Jêderê Xendanê got: Eger heye ku piştî vegeriyana cîgirê serokwezîrê Êraqê bo karûbarê wize Hisên Şehristanî beşdarî di civînê de bike.

Hêjayî gotinê ye ku civîna herdu aliyan li ser kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdadê de ye ku yek ji wan pirsa hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê bo Tirkiyêye û ya din pêve girêdayî pirsa budceya Herêma Kurdistanê ye û çend kêşeyekî dinê ne.


Xendan
Top