Ragirtina Mehmud Sengawî li zîndanê hate dirêj kirin
Jêderekê agahdar ji Xendanê re ragihand ku: Piştî yek demjimêr di lêpirsîna ji aliyê dadwerê lêkolînê a dadgeha Kelarê, biryar hate dayîn ku ragirtina Endamê mekteba siyasî yê YNK Mehmud Sengawî ta 2/2/2014`an bê dirêj kirinê.
Hêjayî gotinê ye ku îro cara sêyeme endamê mekteba siyasiya Yekîtî Mehmud Sengawî li ser dosya rojnamevan Kawa Germiyanî diçe dadgeha Kelarê .
Kawa Germiyanî şeva 5-6/12/2013 li mala bavê xwe li taxa serkeftin a bajarê Kelarê hate kuştin û piştre çend kesek bi tometa kuştina rojnamevan hatin destgîr kirin û paşê jî yek ji wan tawanbaran li xwe mukir hat ku wî Kawa Germiyanî kuştiye.
Xendan
