Gelê Misrê dengê erê dan destûra nû
Serokê Komîteya Bilind a Hilbijartinên Misrê Nebîl Selîb doh di civîneke çapemeniyê de got: ‘’Proseya dengdanê li ser destûrê nû yê Misrê bi awayekî serkeftî bidawî bû.’‘
Roja 14-15’ê mehê hikûmeta Misrê destûra, ku piştî hilweşîna desthilata Îxwan Muslimîn hatiye dariştin, xiste referandûmê, li gor agahiyên Komîteya Bilind a Hilbijatinan, mafê dengdanê yê 52 milyon hevwelatiyên wî welatî hebû.
Nebîl Selîb da zanîn ku 20 milyon û 500 hezar kes tevlî referandûmê bûne û rêjeya beşdariyê li seranserê welat gehiştiye ji sedî 38.6.’‘ Selîb eşkere kir ku ji sedî 98.1’ê beşdarbûyên referandûmê bi erê deng li ser destûrê dane û 281 hezar kesan dengê na dane destûra nû ya Misrê.
Destûra nû ya Misrê, sererastkirin û guhertina wê destûrê bû ku meha Kanûna 2012’an ji aliyê desthilata Îxwan Muslimîn ve hatibû nivîsandin. Destûra nû ji aliyê lêjneyeke 50 kesî ve hatiye nivîsandin. Serokê lêjneyê Sekreterê berê yê Komkara Erebî, Emir Mûsa bû û herwiha piraniya endamên lêjneyê jî sekular bûn, endamên wê ji hemû pêkhateyên gelê Misirê bûn.
Basnews
