• Friday, 13 February 2026
logo

Dizeyî: Em li bendê ne gotûbêjên me ligel Bexdayê erênî bin

Gulan Media January 19, 2014 Nûçe
Dizeyî: Em li bendê ne gotûbêjên me ligel Bexdayê erênî bin
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand ku ew li bendê ne gotûbêjên wan ligel rayedarên Bexdayê erênî bin û bigihine rêkeftinekê.

Sefîn Dizeyî li Bexdayê ji Tora Medyayî ya Rûdawê got “Heftiya borî me bi nivîsekê çend pêşnyarên xwe derbarê şandina petrola Herêma Kurdistanê şandin Bexdayê û îro emê li ser bingiha wan pêşnyaran bicivin û gotûbêjan bikin”.

Şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ye û ji Wezîrê Samanên Siruştî Aştî Hewramî, Wezîrê Pilandananê Elî Sindî, Cîgirê Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Dr. Amanc, Wekîlê Wezareta Darayî Reşîd Tahir û Berdvekê Hikûmetê Sefîn Dizeyî pêk tê.

Dizeyî diyar kir ku ti pirsgirêk li cem Herêma Kurdistanê nîne eger Bexda agehdarê pirsa şandin û firotina petrola Herêma Kurdistanê be.

Derbarê gefên Serokwzîrê Iraqê Nûrî Malikî jî li ser qutkirina budceya Herêma Kurdistanê de, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got “Ew gef bandora wan li ser Herêma Kurdistanê nebû û eger badora wan hebane em nedihatin Bexdayê, ew gef neyasayî ne”.

Rudaw
Top