• Friday, 13 February 2026
logo

Rêkeftinnameya Sevrê destpêka çareseriya krîza Sûriyê ye

Gulan Media January 19, 2014 Nûçe
Rêkeftinnameya Sevrê destpêka çareseriya krîza Sûriyê ye
Kevnewezîrê Derve yê Brîtanya Lord David Owen, di gotarekê de ku di govara “Christians Sciense” de hatiye belavkirin, dibêje rêkeftinnameya aştiyê ya Sevrê ku di sala 1919’an de hatiye îmzakirin, destpêka çareseriya şer û pevçûnên Sûriyê ye.

David Owen wiha nivîsiye: “Ji bo hêviyek di konferansa Cenevre-2 de hebe û dawî li şer û pevçûnên navxweyî yên Sûriyê were, divê li Sûriyê 3 herêm bên damezrandin, dibe ku hinek bêjin evna çênabe, lê ne wiha ye”

Li gor Owen, damezrandina 3 navçeyan bo xelkên Elewî, Kurd û Sune çareseriya destpêkê ya kirîza Sûriyê ye.

Yekem: Divê Sune li wê yekê mikur werin ku ew berpirsyarê ewlehî û kargêriya navçeya Hemayê ne, ku niha di bin kontrola çekdarên El-Qaîdeyê de ye. Di sala 1982’an de Hema ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve hat bombebarankirin ku di encam de nêzîkê 11 hezar Sunî hatin kuştin.

Duyem: pêwîste Elewî vegerin sînorê îdareya sala 1925’an, ew berpirsiyarê sînorê navçeya xwe bin, ew sînor ji çiyayên Ensarî dest pê dikin heta bajarên kenara deryaya Spî diçe û di nav wan de Hims, Laziqiye û Tertûs heye.

Sêyem: pêwîste Kurd jî vegerin sînorê sala 1919’an, ku wê demê soz bo wan hatibû dayîn dewletek ji wan re bê avakirin, lê ew soz nehat bicîkirin.

Derbarê parvekirna hêz û desthilatê li Rojhilata Navîn de jî, Owen di wê baweriyê de ye ku êdî welatên bihêz nikarin nexşeya nû li ser navçeyê ferz bikin. Derbarê helwêsta wan welatan de jî, Owen wiha dibêje: “Welatên wek Tirkiye, Iraq, Libnan û Urdin ku hevsînor in ligel Sûriyê dê nerîna wan hebe, lê biryara dawî ne di dest wan de ye. Hebûna gelek penaberan di wan welatan de dê dawî neçar bibin ku ligel wan her sê herêmên nav Sûriyê têkiliyan dirust bikin.’‘

Kevnewezîrê Brîtanî axaftina xwe wiha diqedîne: ‘’Dema wê yekê hatiye ku Konseya Asayişa Navdewletî gavekê biavêje da hêzên wê li wê navçeyê agirbestê rabighînin û çavdêriya wan navçeyan jî bikin, bi taybetî eger her pênc endamên wê Konseyê razîbûn li ser şandina hêzên çavdêriyê bo wê navçeyê.’‘

Basnews
Top