Esed: Ez dest ji desthilatê bernadim
Ajansa Interfax a rûsî belav kiriye ku Esed ji şandeke parlamenterên rûsî re ku bi serdanekê li Şamê ye gotiye ku eger wî bixwesta dest ji desthilatê berdabane dê ji destpêkê ev yekê bikira.
Esed herwiha got ku ew welatê xwe diparêze û pirsa ku dest ji desthilatê berde “ne cihê nîşqaşê” ye.
Esed diyar kir ku gelê Sûriyê bi tenê dê di rêya hilbijartinan re biryar bide kî wê bibe serok û sûrî bi xwe jî dê wan kesan destnîşan bikin ku hêja ne rikberiyê li ser serokatiya Sûriyê bikin.
Beşar Esed bal kişand ku amade ye car din di hibijartinên serokatiyê de xwe bike kandîd û ew naxwaze ji qada siyasî dûrbikeve.
Axaftina Esed di demekê de ye ku piştî nêzîkî 3 salan ji krîza Sûriyê, biryar e nûnerên rejîm û opozîsyona Sûriyê di 22yê vê mehê de li hev bicivin û pişt re dest bi danûstandinên rasetrast bikin.
Rudaw
