Artêşa Iraqê operasiyonek li Dûzxurmatû destpêkir
Çavkaniyek ji asayişa Dûzxurmatû ragihand ku tedbîrên tund ên ewlekariyê li qezayê hatine girtin, herwiha hatin û çûna xelkê jî hatiye qedexekirin.
Çavkaniyê aşkere kir ku hêzeke mezin a Artêşa Iraqê bi piştgiriya du helîkopteran hatiye Dûxurmatû.
Ji aliyê xwe ve efserê asayişa Dûzxurmatû Farûq Ehmed ragihand ku rêya sereke ya Dûzxurmatû-Bexda hatiye girtin.
Berdevekê Wezareta Navxwe ya Iraqê Seid Mein jî got ku ew hêz ji bo ji bo girtina çekdarên radîkal hatiye şandin.
Mein diyar kir ku heta niha di encama operasiyonê de berpirsê serekî yê danîna bombeyên vedayî li Dûzxurmatû hatiye girtin.
Rudaw
