Biden û Malikî derbarê rêkeftina Hewlêr û Bexdayê de axifîn
Derbarê vê peywendiya telefonî de Koşka Spî beyannameyeke belav kir û têde wiha tê gotin: ‘’Joe Biden, Malikî teşwîq kiriye daku derbarê petrolê de ligel Herêma Kurdistanê bigihin rêkeftineke cihê razîbûna herdu aliyan.’‘
Ev peywendiya telefonê di demekê de ye ku biryar e îro şandeke bilind a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê bike û ligel Malikî û aliyên peywendîdar ên Bexdayê bicivin.
Li gor agahiyên hatine bidestxistin, mijara serekî ya civînên navbera şanda Kurdistanê û rayedarên hikûmeta Bexdayê çareserkirina pirsa hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ye bo bazarên cîhanê.
Basnews
