• Friday, 13 February 2026
logo

Bexda bûdceya Pêşmerge û heqdestên şîrketên biyanî nade

Gulan Media January 18, 2014 Nûçe
Bexda bûdceya Pêşmerge û heqdestên şîrketên biyanî nade
Parlamentereke Kurd di Parlamentoya Iraqê de eşkere kir ku, li gorî porjeyasaya bûdceya Iraqê ya sala 2014an, divê Herêma Kurdistanê ji pişka xwe di bûdceyê de heqdestên şîrketên biyanî yên petrolê bide, herwiha Bexda dîsa ne amade ye ku bûdceya Pêşmerge bide.

Endama komîteya darayî ya Parlamentoya Iraqê Necîba Necîb ji Tora Medyay ya Rûdawê re got:“Li gorî madeya 23ê ya qanûna bûdceya Iraqê ya sala 2014an, divê Herêma Kurdistanê ji pişka xwe di wê bûudceyê de, ku ji sedî 17 pêk tê, heqdestên kompaniyên petrolê yên biyanî yên ku li Herêma Kurdistanê kar dikin, bide”.

Necîbe Necîb her wiha da zanîn ku li gorî bûdceyê, pişka Herêma Kurdistanê îsal 19 tirîlyon dînar e û eger Herêma Kurdistanê rojane 400 hezar bimrîl petrol hinarde neke û dahata wê radestî Bexdaye neke, pişka wê ji bûdceyê nayê dayîn”.

Wê parlamentera kurd her wiha amaje kir ku xerciyên saziyên serekî yên Iraqê di bûdceya Iraqê ya sala 2014an de, 30 tirîlyon û 920 milyar û 821 milyon dînar e û berovajî salên borî xerciyên Wezareta Petrola Iraqê venagire.

Necîbe eşkere jî kir ku paragirafa taybet bi bûdceya Pêşmerge di bûdceya sala 2014an a Iraqê de her wek xwe maye, û qasî wê bûdceyê jî nehatiye diyar kirin û got: “Paragirafa taybet bi bûdceya Pêşmerge û dabînkirina kerestên leşkerî bo hêzên pêşmerge behsa paşxistina wê pirsê dike heta dema rêkeftina encumena wezîrên Iraqê û encumena wezîrên Herêma Kurdistanê di wê derbarê de”.

Ev yek di demekê de ye ku roja çarşerma borî, encumena wezîrên Iraqê projeyasaya bûdceya Iraqê ya sala 2014an bêyî razîbûna kurdan pesend kir. Tê gotin, bûdceya sala 2014an a Iraqê 163 tirîlyon dînar (nêzîkî 135 milyar dolar) hatiye hesibandin.

Rudaw
Top