Kurdekî Rojhilat li Sûriyê hat kuştin
Ew ciwanê Kurd xelkê qezaya Serpêla Zehaw a Rojhilatê Kurdistanê ye ku çend kîlometreyan dûrî qezaya Kelar a Başûrê Kurdistanê ye.
Berî niha ciwanên selefî yên Rojhilatê Kurdistanê bi armanca xweteqandinê bo İraq û Efganistanê dihatin şandin, lê ligel destpêkirina şerê li Sûriyê, ew ciwan êdî berê xwe didin Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê.
Li gor agahiyên ku gehiştine BasNewsê, serbazgeha grubên Selefî yên Rojhilatê Kurdistanê 20 kîlometre dûrî bajarê Sine li nêzîkê qezaya Serpêla Zehaw heye û li wir endamên xwe di warê leşkerî de perwerde dikin.
Ji ber ku heta astekî li Başûrê Kurdistanê medya azad e, navê ciwanên kuştî yên ji Başûrê Kurdistanê eşkere dibin, lê nûçeyên kuştina ciwanên Rojhilatê Kurdistanê belav nabin eger ne gelekî kêm be.
Basnews
