• Friday, 13 February 2026
logo

Şanda Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê

Gulan Media January 18, 2014 Nûçe
Şanda Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê
Biryar sibê yekşemê şanda Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike.

Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, şanda Herêma Kurdistanê dê sibê biçe Bexdayê.

Çavlirê ye şanda Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê gotûbêjan li ser mijarên girêdayî budceya Iraqê ya sala 2014an û şandina petrola Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê bikin.

Îro şemiyê Wezîrê Veguhestinê yê Iraqê Hadî Amirî ji Rûdawê re ragihandibû ku gefên Serokwezîrê Iraqê derbarê qutkirina budceya Herêma Kurdistanê de girêdayî serdana şanda Hewlêrê bo Bexdayê ye û Malikî niha li benda serdana wê şandê ye.

Amirî got “Lê Herêma Kurdistanê heta niha roja serdana xwe diyar nekiriye”.

Roja 15/1/2014 Encûmena Wezîrên Iraqê bêy razîbûna wezîrên Kurd, budceya sala 2014an a Iraqê pejirand.

Rudaw
Top