Ji ber şerê DAIŞê, xelkê Cerablusê kocberî Kobanî dibe
Di îna borî de û piştî ku rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) li hember hêzên artêşa azad li herêma Cerablusê ya Sûriyê şikest, DAIŞê ji rojava û ji aliyê herêma Babê ve bi hêzeke nû êrîşe bajarê Cerablusê kir û şerê xwe li dijî artêşa azad berdewam kir.
Di encama şer de hinek kes hatin kuştin û hinek jî birîndar bûn, û herweha bi dehan malbatên ereb kocberî gundên rojavayê herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê bûn.
Welatiyekî ji Cerablusê bi navê Basil Şêxanî ji Rûdawê re got: Ji ber ku piştgirî nema, em vekşiyan, tevahiya xelkê ji malên xwe derketin û bûne kocber, yê ku li kolanê wî dibînin, wî digrin û bi kêrê serjê dikin
Welatiyekî din ji Cerablusê bi navê Husên Ibrahîm li ser rewşa deverê ji Rûdawê re axivî û got, komek mezin ji DAIŞê derbasî Cerablusê bû û şer destpêkir, ji ber tirsa ji bombeyên hawanan, em reviyan gundên derdora bajarê Cerablusê.
Welatiyên kurd ji gundên Zor Mixar û Çariqlî û Cubelferecê û Derbazinê, ku ew nêzîkî herêma Cerablusê ne, bi germahî pêşwaziya kocberên ereb dikin, û wan di nava malên xwe de dihêlin, û hemî pêdiviyên xwarin û vexwarinê ji wan re pêşkêş dikin.
Kurdekî gundê Zor Mixarê bi navê Yasir Murad, derheqê çawaniya pêşwazîkirina xelkê Cerablusê de ji Rûdawê re got: Dema ku hatin vir, dilê me bi wan şewitî, berê pir ev tişt li me çê bibû, îro li wan jî çê bû, em dikê mecbûr hevdu rakin, milet birayê mene, ereb çiye kurmanc çiye? li gundê me bi xwe ereb jî hene û kurmanc jî hene, herkes hate cem meriyên xwe û heval û dostên xwe.
Herweha ji aliyê ewlekarî ve, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li rojavayê herêma Kobanî, koçberên ereb li gundên kurdan diparêzin û amedebûna xwe ji bo hemî awayên alîkariyê ji koçberên sivîl û leşKerên artêşa azad re li hember DAIŞê diyar kiribûn.
Fermandarê YPG li Rojavayê Kobanî Nohilat Kobanî jî ji Rûdawê re li ser rewşa deverê axivî û got: Kocberiyakê berê xwe da gundên herêma Kobanî, em wekî YPGê, danûstendinek mirovî bi wan re dikin, alîkariyên ku ji dest me têne der, me ew dane nîşan, bi rengekî ku weke birayên me yên ereb, ku em bikaribin alîkariya wan bikin, ta ku zerar neghe wan, me tedbîrên xwe yên ewlekarî jî li hember her tiştekî girtin.
Piştî êrîşa DAIŞê, hêzên artêşa azad ji hundirê bajarê Cerablusê vekşiyane, û ew tenê li ser deriyê sînorî yê Tirkiye û Sûriyê mane, beşek ji hêzên artêşa azad derbasî Tirkiyê bûn, û beşek jî berve gundên herêma Kobanî koçber dibin û xwe dispêrin hêzên YPGê, ji ber wê jî niha tevahiya bajarê Cerablusê di bin kontrola DAIŞê de ye.
Rudaw
