Dîplomatên Amerîkayê rola Kurdistantv bi girîng dibînin
Di hevpeyvîneke teybetî de yaku bi minasebeta 15mîn salvegera Kurdistantvê hatiye amadekirin, hijmareke dîplomatên Amerîkayê rola Kurdistantvê bi girîng wesif dikin.
Nunerê berê yê Amerîkayê yê li NY Zalmay Xelîlzad derbarê Kurdistantvê û rola vê de diyar kir ku, Kurdistantv di temena xwe ya 15 salan de kariye çi di warê ragehandinî de çê jî di warê siyasî de di nava civaka Kurd de roleke gelek girîng bilîze.
Psporê pirsa Kurd Vilademir Van jî derbarê rola Kurdistantvê de dibêje xebat û karê Kurdistantvê bo nasandina Kurd bi Cîhanê gelek girîng û erêniye.
